Menendez, li ser F-16an axivî: Fikarên me, berdewam in

Menendez, li ser F-16an axivî: Fikarên me, berdewam in

PeyamaKurd- Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Amerîkayê û Senator Bob Menendez, di derbarê firotina balafirên şer ên F-16 ya ji bo Tirkiyeyê, daxuyaniyek da û da zanîn ku fikarên wan hîn jî berdewam in.

Bob Menendez, ji ajansa nûçeyan a Brîtanî Reutersê re axivî û da zanîn ku fikarên wî yên di derbarê vê firotinê de berdewam in û got, "Em fikarên xwe berdewam dikin. Tiştekî nû tuneye."

Menendez ku berê gelek caran rêveberiya Enqereyê rexne kiribû û bi lobiya Yunanîstanê re têkiliyên xwe yên nêz heye, li dijî firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyeyê, nêrînên xwe dubare kirin.

Menendez da zanîn ku ew li dijî vê firotinê ne ji ber binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê, ji ber nerazîbûna Enqereyê ya endamtiya Swêdê ya NATOyê û helwesta Tirkiyeyê ya li hember Yunanîstanê, ji Tirkiyeyê deng dernexistiye. Erdogan dikaribû dengê xwe derxista. Çawa dikare di berjewendiya me de be ku em hewil bidin F-16an bifroşin endamê NATOyê ku li hember endamên din ên NATOyê xwedî helwesteke êrîşkar e."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin