Merkel li ser vexwendina Erdogan serdana Stenbolê kir

Merkel li ser vexwendina Erdogan serdana Stenbolê kir

PeyamaKurd – Serokwezîra Almanyayê Angel Merkel li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Stenbolê kir.

Angela Merkel û şanda ligel wê duh bi şev gihişt Stenbolê û îro roja înê saet 14.30an li Koşka Vahdettin dê bi Serokomarê Tirkiyê Erdoganî re bicive.

Şansolyeya Almanyayê Merkel li Stenbolê dê çendîn hevdîtinan pêk bîne.

Merkel bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re dê li ser têkiliyên Almanya û Tirkiyê, pêvajoya beşdarbûna Tirkiyê bo  Yekîtiya Ewropayê (YE), mijarên bazirganî û gumrikê û herwiha vîzeyan guftûgoyan bike.

Herwiha tê çaverêkirin ku di hevdîtinan Merkel û Erdogan de, di serî de mijara Libya û Sûriyê û li ser mijarên herêmî û navdewletî nîqaş bêne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin