Merkel: “Xwestine Aleksey Navalniy bi jehrê bêdeng bikin”

Merkel: “Xwestine Aleksey Navalniy bi jehrê bêdeng bikin”

PeyamaKurd- Serokwezîra Almanya Angela Merkel li ser dewama tedawîkirina muxalifê Rûsyayê Aleksey Navalniy ku tekez hat fêmkirin jehrê danê, bo çapemeniyê peyam da. Merkel di peyama xwe de weha got:

“Tişta ku tekez em dizanin ew e ku Aleksey Navalnıy bûye qurbanê sûc û dixwazin wî bêdeng bikin. Ez li ser navê hukumetê vê mijarê şermezar dikim. Em bendene ku hukumeta Rûsyayê tiştekî bêje. Niha gelek pirsên ji dil hene ku tenê hukumeta Rûsyayê dikare bibersivîne.”

Merkel got ku NATO yê ji mijarê agahdar kirine û li ser bûyerê bangî balyozê Rûsyayê yê li Berlînê kirine û agahiyan danê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin