Li Osmaniye bi gumana ji xwarinê bi jehrê ketine 53 kes seredana nexweşxanê kirin

Li Osmaniye bi gumana ji xwarinê bi jehrê ketine 53 kes seredana nexweşxanê kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Osmaniye ya Tirkiyê ku ji kargehekî pasta û şîranî kirîn, piştî xwarina wan bi gumana ku bi wan şîraniyan bi jehrê ketine, 53 kes seredana nexweşxanê kirin.

Parêzgeha Osmaniye ragihand ku talûka jiyana 53 kesan tine lê li ser bûyerê lêpirsînê dikin. Parêzgehê ragihand ku tîmên rêvebiriya çandiniyê û daristanan ji kargeha navborî û ji îmalatxana wan mînakan civandine, şandine labaratuwarê û li ser rûdanê pêvajoya edlî û îdarî dane destpêkirin.

Ji 53 kesan tedawiya 25 kesan temam kirina û ji nexweşxanan çûne malên xwe lê tedawiya 28 kesan dewam dike.