Li Basrayê xelk ji ava vexwarinê bi jehrê ket

Li Basrayê xelk ji ava vexwarinê bi jehrê ket

PeyamaKurd- Li Iraqê, li bajarê Basrayê ji ber ava vexwarinê 114 hezar kes bi jehrê ketin. Li bajêr ava vexwarinê gemariye û xelk jê dimre. Îran jî ava vexwarinê ji ser Basrayê biriye.

Ofîsa Basrayê ya ku bi ser Bexdayê ve ye, ya bi navê Komîsyona Mafên Mirovan ragihandinê bi awayeka nivîskî kir. Di nivîsê de banga çareserkirina mijarê bo rêvebiriya herêmê û navendê tev kir.

Lê li Basrayê rûbarê Dîcle û Firatê her dû dibin yek. Dibe ku ava wan paqij nînbe lê dikarin avê paqij bikin û bidin bajarê Basrayê. Mesrefekî zêde jî bo tesîsa paqijkirina avê pêwist nake.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin