Metro ya Kadıköy-Sabiha Gökçen ji ser raya xwe derket: 3 kes birîndar bûn

Metro ya Kadıköy-Sabiha Gökçen ji ser raya xwe derket: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Metro ya ku di navbera balafirgeha Sabiha Gökçen ya Îstenbolê û Kadikoy de sefer dike, trêna wê li rawestgeha Bostancı ji ser raya xwe derket û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Birînadaran birin nexweşxanan.

Rêwiyên di metroyê de bi derfetên xwe derketin û di tunelê de meşiyan. Li ser rûdana qezayê îtfaiye, tîmên tenduristiyê û tîmên metroyê çûn ciyê qezayê.

Li ser qezayê, rêvebirê tenduristiyê yê dezga Îstenbolê Doç. Dr. Abdullah Emre Güner di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Piştî rûdana di xetta M4 Kadıköy–Balafirgeha Sabiha Gökçen de, gelek tîmên me yên 112an û UMKE çûne ciyê qezayê. Tîmên me li ciyê rûdanê tedbîrên tenduristiyê girtine û bi dezgeyên pêwendîdar re xebatên xwe dewam dikin.”