DIAKURD li Bonnê konferansa akademîk a diyasporaya Kurd li dar dixe

DIAKURD li Bonnê konferansa akademîk a diyasporaya Kurd li dar dixe

PeyamaKurd - DIAKURD li bajarê Bonnê yê Almanyayê, di 13ê Hezîrana 2026an de konferanseke akademîk a girîng bi navê "Diyasporaya Kurd – Hêza Transneteweyî û Perspektîfa Pêşerojê" li dar dixe. 

Konferans wê li navenda Wissenschaftszentrum Bonn bi axaftinên Cîgirê Serokê Civaka Kurd li Almanyayê Mehmet Tanriverdi û Serokê DIAKURDê Adnan Axacan dest pê bike. 
Di nava beşdarên herî diyar ên konferansê de kesayetên wekî Şîfa Barzanî, Şêx Murşid Xeznewî û Keya Îzol cî digrin ku wê li ser perspektîfên pêşerojê yên diyasporayê nêrînên xwe parve bikin.

Rola diyasporayê di doza Kurd de
Di beşa duyem a konferansê de paneleke akademîk bi moderatoriya Prof. Dr. Çînur Qaderî û bi beşdariya zanyarên naskirî yên wekî Prof. Dr. Hamit Bozarslan, Prof. Dr. Bahar Baser û As. Prof. Yaşar Abdulselamoğlu pêk tê. Di panelê de wê bi hûrgulî li ser rola stratejîk a diyasporayê ya di doza Kurd de bê rawestîn. 

Konferans wê di saet 17:00 de bi ragihandina deklarasyonekê bi dawî bibe. Ji bo beşdariyê divê serlêdan herî dereng heta 31ê Gulana 2026an bi rêya formên taybet bên kirin.