PeyamaKurd - Piştî ragihandina Serokê DYAyê Donald Trump a derbarê îmzekirina memoranduma peymanê ya di navbera Washington û Tehranê de, qada siyasî ya Îranê rûbirûyê krîzeke kûr bû.
Baskê mihafezekar ê li Parlamentoya Îranê, şanda danûstandinan bi "tawîzan" tawanbar kir.
Parlamenterê mihafezekar Mehmûd Nebeviyan bi tundî rexne li reşnivîsa peymanê girt û diyar kir ku xalên wekî vekirina bêbedel û bêpere ya Tengava Hurmizê û kêmkirina uranyumê zirarê didin berjewendiyên neteweyî.
Nebeviyan bal kişand ser nezelaliya di mijarên rakirina ambargoyan û fona 300 milyar dolarî de.
Herwiha Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî Îbrahîm Rezayî jî got ku ev tawîzên li ser maseyê bûne sedem ku neyar Îranê wekî aliyekî bêhêz bibîne.