PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Siûdiyeyê (WAS) ragihand ku Şehzadeyê Cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokê DYAyê Donald Trump di peywendiyeke telefonî de geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û bandorên wan ên herêmî û navdewletî nîqaş kirin.
Mihemed bin Selman tekezî li ser girîngiya xurtkirina zimanê diyalogê ji bo kêmkirina rageşiyê kir û diyar kir ku ji bo dabînkirina aramiya herêmê, kêmkirina aloziyan û rêgirtina li berfirehbûna şer divê hemû hewldanên dîplomatîk bikevin dewrê; lewra bandorên nerênî yên vê rewşê digihin asta cîhanî.
Herwiha her du aliyan behsa peywendiyên dualî yên navbera Riyad û Washingtonê û pêşxistina hevkariyên cuda kirin.