Mihemmed Baqir Qalîbaf bû serokê parlementoya Îranê

Mihemmed Baqir Qalîbaf bû serokê parlementoya Îranê

PeyamaKurd- Parlementoya Îranê îro fermandarê berê yê hêzên hewayî yê Sipayên Pasdaran Mihemed Baqir Qalibaf, bo salekê wek serokê parlamentoya Îranê yê di bin kontrola tundrêwan de ye, hat hilbijartin. Li gor ajansa Reutersê di parlementoyê de ji 264 parlementeran 230 parlementer deng dane Qalibaf.

Navê Qalibaf di şerê Îraqê de derketibû pêş û bûbû delaliyê rêberê olî Ayetullah Alî Xamaneyî û niha Xamaney rêya wî xweş kir ku bibe serokê parlamentoyê. Qalibaf, şaredarê berê yê Tehranê ye, du caran di hilbijartina serokkomarîyê de biser neketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin