PeyamaKurd - Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, bi peyamekê piştgirî da Serokê Dezgeha Dadwerî Xulamhusêyn Muhsinî Ejeyî û pesna karûbarên dadgehên welat kir ku di demên dawî di pêleke darvekirinan dane destpêkirin.
Qalîbaf di peyama xwe de destnîşan kir ku dezgeha dadwerî tevî ku di bin bombebaran û gefên giran ên dijminên derveyî de bû, dest ji rûbirûbûna bikujên navxweyî û kesên ku wî wekî "xayînên neteweyê" pênase kirin bernedaye û erkên xwe pir baş bi cih aniye.
Ev piştgiriya siyasî di demekê de tê ku sîstema dadwerî ya Tehranê di bin çavdêriya hişk a navdewletî de ye. Serokê vê dezgehê Muhsinî Ejeyî bixwe jî di nava rojên borî de gelek caran tekezî li ser sepandina sizayên herî tund li dijî wan kesan kiribû ku hevkariyê li gel hêzên Amerîka û Îsraîlê dikin.
Ev destxweşiya di navbera berpirsên bilind ên rejîmê de rastî wê demê tê ku di nava rojên derbasbûyî yên şerê germ ê li gel Amerîkayê de, herî kêm 39 girtiyên siyasî li girtîgehên cuda yên Îranê hatine îdamkirin.
Çalakvanên mafên mirovan û saziyên sivîl balê dikişînin ser ku ev lezkirina deryasayî ya di cîbicîkirina biryarên sêdaredanê de li Îranê, pêngaveke plankirî ye ku di Gulana 2026an de hatiye tundkirin.
Li gorî nêrîna parêzvanên mafên mirovan, ev zêdebûna rûdanên sêdaredanê di rojên piştî şer de tenê bi armanca tirsandin û xofxistina nav civakê ye, daku wekî alaveke zextê û tepeserkirinê rê li ber serhildana her cure nerazîbûn û xwepêşandanên nû yên gel bigire.