Milîtanan li du herêmên Sûriyê agirbest binpêkirin

Milîtanan li du herêmên Sûriyê agirbest binpêkirin

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku di nava 24 saetên dawiyê de milîtanan li Hama û Lazkiyê 2 caran agirbest binpê  kirine.

Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê Viktor Kupçişin, ragihand ku rêxistinên çekdarî yên îllegal di nava 24 saetanê dawiyê de li Lazkiye û Hamayê 2 caran agirbest binpêkirine.

Kupçişin gotiye, “Li Idlibê, li herêmên ku ragêşî li wan tê kêmkirin, di nava 24 saetan de milîtanan Bşafra û Hamrat a Lazkiyê dane ber agir û agirbest binpê kirine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin