PeyamaKurd – Netewên Yekbûyî ji ber şerê Ukrayna û bi sed hezaran koçberbûna welatiyên wê, daxwazeke bilez ji welatên cîhanê kir, da ku hevkariyên mirovî bigihînin koçberên Ukrayna.
Li gor zanyariyan, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) îro 07.03.2022yê 30 ton xwarin û amûrên bijîşkî bi balafirekê ve ji bo koçberên Ukrayna yên navxwe û derveyî welat re hatine şandin.
Herwiha hat diyarkirin, ew balafira alîkariyê, li bajarê Lublin a Polonyayê daketiye û hevkarî radestî nûnerên dewleta Ukraynayê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin