PeyamaKurd- Li seranserê dinyayê hêjmara mirina ji koronavîrusê ji 100 hezarî derbas bû. Jimara kesên ku bi nexweşînê ketine 1 mîlyon û 605 hezar û 645 kes in. Yên ji vîrusê baş bûne ji 350 hezar û 952 kesin. Li gor rêjeyê li hinek welatan encama nexweşînê ku di malpera “Worldometer” de hatiye weşandin weha ye:
-Amerîka: 468 hezar nexweş ketine. Di 24 sietên dawî de 1878 kes mirine û jimara miriyan gihaye 16 hezar û 686 kesan.
-Îspanya: 153 û 222 kes nexweş ketine.
-Fransa: Miriyên di nav 24 sietan de 987 kesin û bi tevahî jimara miriyan 13 hezar û 197 kes in.
-Îngîltere: Di 24 sietan de 980 kes mirin. Bi tevahî 8 hezar û 958 kes mirine.
Îngîltere: Di 24 sietan de 980 kes mirine û bi tevahî heya niha 8 hezar û 980 kes mirine.
-Îtalya: Di 24 sietan de 570 kes mirine û bi tevahî jimara miriyan gihaye 18 hezar û 846 kesan.
-Yemen: Hatiye ragihandin ku yek kesekî bi koronavîrusê ketiye û dermankirina wî dewam dike. Ragihandin ji aliyê komîte ya Lezgîn ya Yemenê de hatiye kirin.
-Çîn: Bûyer daketine 42 kesan lê 38 ji wan ji derveyê Çînê hatine.
-Îspanya: Di 24 sietên dawiyê de jimara miriyan 605 kesin. Bi tevahî gihaye 15 hezar û 843 kesan.
-Îran: Îro 122 kes miirne û bi tevahî jimara miriyan 4 hezar û 232 kesin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin