Mirovên esîran avêtin ser parlementoya Îsraîlê

Mirovên esîran avêtin ser parlementoya Îsraîlê

PeyamaKurd – Li Îsraîlê mirovên esîrên ku di destê Hamasê de ne, avêtin ser parlementoya Îsraîlê ser civîna komîta darayî ya li Knessetê. Mirovên esîran ragihandin ku ji bo dengê xwe bigihînin hukumeta Îsraîlê ketine nav vê tevgerê. Hat ragihandin ku li ser pankartê di destê yekî ji wan de weha hatibû nivîsandin:

“Zarokên me li wê derê tên kuştin lê hun ê nikaribin li vê derê rûnên.”

Ji xwediyê esîran yek ji wan jî li ser pankartê destê wî weha hatibû nivîsandin:

“Ez tenê dixwazim ji 3 kesan yek ji wan bila zindî dagere mala xwe.”

Niha di destê Hamasê û grûbên Fîlîstînê de gelek esîrên ji Îsraîlê û hene lê heya niha her dû teref jî xwe nedane ber guhertina esîran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin