Rûsya: Hafter ji bo bi hevpeymanên xwe re biaxive 2 roj mohlet xwest

Rûsya: Hafter ji bo bi hevpeymanên xwe re biaxive 2 roj mohlet xwest

PeyamaKurd – Piştî belavbûna nûçeyên ku şanda Xelîfe Hafter agirbesta bo şerê dijî hikûmeta Wîfaq a Libyayê îmze nekiriye, Wezareta Berevaniya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku Hafter bi erênî li peymana agirbestê dinêre, lê du roj dem xwestiye.

Wezareta Bervaniya Rûsyayê herwiha da zanîn ku Hafter ji bo bi hevpeymanên xwe yên herêmê re bişêwire 2 roj mohlet xwestiye.

Di hevdîtinên doh yên Moskowê de ku bi serpereştiya Tirkiye û Rûsyayê hatin kirin û 8 saetan dom kirin de, encamek derneketibû.

Rûsyayê piştrast kir: Hafter peymana agirbestê îmza nekir

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin