PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê piştî êrîşên berdewam û kuştina bi sedan kesan, bajarokê Palma yê welatê Afrîkayê Mozambîkê xist bin kontrola xwe.
Ajansa Reutersê ragihandiye, çekdarên DAIŞê ku roja Çarşema borî êrîşa ser Palmayê dabûn destpêkirin, piştî dorpêç û şerê hefteyekê bi artêşa Mozambîkê re bajarok dagir kirin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Mozambîkê Omar Saranga, beriya niha ragihandibû ku 7 kesên di bin dorpêça DAIŞê ya ser otelekê de asê mabûn dema xwestine birevin hatine kuştin.
Herwiha li gorî zanyariyan bi sedan ji niştecihên bajar reviyane nav daristanan û bajarokên cîran.
Êrîşên DAIŞê li wê herêma Afrîkayê ji sala 2017an ve berdewam dikin û li gorî zanayariyan heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 kes hatine kuştin û 700 hezar zêdetir welatî jî koçber bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin