PeyamaKurd – Dadgeha bilind ya eyaleta Ontario ya Kanadayê bi sedema xistina balafira Ûkraynayê li balafirgeha Tehranê, serokê dînî yê Îranê Hamaney û gelek rêvebirên Îranê yên di asta bilind de bi sûcê terorê mehkûm kir.
Kesên morovên wan di xistina balafira Ûkraynayê ya li Tehranê ya ji aliyê artêşa Îranê de miribûn, di dadgeha bilind ya Ontario ya Kanadayê de doz vekiribûn, dosya wan bi dawî bû û dadgeh biryara xwe da. Di biryara dagehê de Komara Îslamî ya îranê, artêşa Îranê, artêşa parastvanên Şoreşa Îranê, serokê dînî yê Îranê Muhammed Ali Hamaney, Mohammed-Husseyin Afşordi, Husseyin Salami, Seyîd Abdulrahim Mousavi û Amir Ali Hajizadeh ji vî karê terorê sûcdar hatin dîtin.
Balafira Ûkraynayê bi du fuzeyên artêşa Îranê hatibû xistin û di nav miriyan de 63 hemwelatiyên Kanadayê û bi temamî 176 rêwî miribûn. Ji kesên ku dozê vekiribûn Mehrzad Zarei mijarê weha ragihandiye:
“Cara ewiliyê Hamaney ji sûcê terorê tê mehkûmkirin. Me vê dozê bi 4 kesên ku mirovên wan miribûn re vekir. Piştî pêvajoya hûqûqî biqede, em ê li dijî Îranê bi miqdarê 1 mîlyar dolarî doza tazmînatê vekin.
Dadgeha Kanadayê Ayetûllah Hamaney mehkûm kir

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin