Kore hestiyên 5 hezar û 300 leskerî disine Amerîkayê

Kore hestiyên 5 hezar û 300 leskerî disine Amerîkayê

PeyamaKurd- Di hevdîtina navbera serokê Amerîkayê Trump û serokê Koreya Bakûr Kim de, biryar hatibû dayîn ku hestiyên leşkerên Amerîkayê yên ku di cenga cîhanî ya duyem de li Koreyê mabûn, bişînin Amerîkayê. Niha Kore dest pêkir û hestiyan dişîne Amerîkayê.

Trump di ser televîzyona Amerîka ya Fox ê de ragihand ku wê hestiyên leşkerên wenda bişîne Amerîkayê. Trump li ser mijara encama hevdîtinê jî got ku ew her tiştê xwestiye ji Koreyê sitendiye.

Di mijara hestiyên leşkeran de mijar ew e ku di navbera salên 1950 û 1953an de, li dora 5 hezar û 300 cenazeyên leşkerên Amerîkayê li aliyê Koreyê mabûn. Bi sedema ku peymana di navbera wan de nehatibû îmzekirin, mijara cenazeyan wisa mabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin