Elî Ewnî: Ger PKK dixwaze bimîne, divê stûyê xwe ji yasayên Herêma Kurdistanê re bitewîne

Elî Ewnî: Ger PKK dixwaze bimîne, divê stûyê xwe ji yasayên Herêma Kurdistanê re bitewîne

PeyamaKurd - Endamê rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî got,h eger Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dixwaze li herêma Kurdistanê bimîne, divê stûyê xwe li hember yasayê herêma Kurdistanê deyne.

Elî Ewnî nivîsek bi sernavê ‘Binpêkirina PKKê’ li ser rûpela xwe ya facebookê belav kir û tê bal kişand ser ku hin nivîskar û rewşenbîran li Silêmaniyê hin tişt belav kirine û li ser wan nivîskar û rewşenbîran wiha got:

“Bi nav rewşenbîr û xwe wek dilsoz nîşandan û di cîha daxwaz bikin şer di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û PKKê de pêkneyê, pêwîste daxwaz bikin PKK dest ji propagand û binpê kirinan li hember saziyên rewa yên hikûmeta herêma Kurdistanê dest jê berde û çekdarên xwe bibe Tirkiyê û hewl bide deverên rizgarkirî li bakurê Kurdistanê ava bike û gerîlla li wê deverê çalakî bo azadkirina bajar û gundên dagirkirî bikin.”

Elî Ewnî destnîşan kir, heger PKK dixwaze li başûrê Kurdistanê bimîne, pêwîste stûyê xwe li hember hemû yasayên herêma Kurdistanê bitewîne û saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên rewa nas bike.

Elî Ewnî got, “Li başûrê Kurdistanê yek hêz rewa ye û rê jê re hatiye dayîn ku çekdar be, ew jî hêza Pêşmerge ye. Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê azad e li nav sînorên fermî yên başûrê Kurdistanê li her cihekî pêwîst bibîne binkeyê xwe hebe û tevger bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin