Joe Biden ji ber Korona mîtîngên hilbijartinê li dar naxe

Joe Biden ji ber Korona mîtîngên hilbijartinê li dar naxe

PeyamaKurd - Berbijarê Partîya Demokrat û pozberê Trump Joe Biden, biryar daye ku, ew ê şîretên doktoran guhdar bike û ji ber vîrusa Korona mîtîngên hilbijartinê li dar nexe.

Biden da zanîn,  ji ber xetereya belavbûna vîrusa Korona wî biryareke wisa daye.

Biden got: ‘’Ez ê guh bidim şîretên doktoran û mîtîngên hilbijartinê li dar naxim.’’


Serokê Amerîka Donald Trump piştî şewba vîrusa Korona mîtînga pêşî di 20’ê Hezîranê de li eyaleta Oklahoma li dar xistibû.

Ji ber mîtînga Trump, li ser saxlemîyê nîqaş çêbûbûn û ji tîma wî ya kempenya hilbijartinê, hin kes bi vîrusa Korona ketibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin