PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ji budceya sala 2021ê daxwaza pesendkirina 740 milyar dolar ji Kongresê dike, ji wê budceyê zêdetir ji 47 milyon Dolar ji hêza Pêşmerge re terxan kiriye.
Pentagonê di reşnivîsa budceya sala 2021ê de diyar kiriye, ji bo biçekirin û hevkarîkirina bi 12 lîwayên Pêşmerge re berdewam dibe û di xaleke de reşnivîsê de jî hatiye destnîşankirin, eger budceyeke pêwîst hayê pesendkirin, dê bandorê li ser rûbirûbûna terorê bike.
Koma giştî ya budceya parastin û berevaniya Amerîka ji bo sala 2021an, ji 740 milyar Dolaran pêk tê.
Ev hevkariyên Amerîka ji Pêşmerge re pêşkêş dike, 103 Hemmarên ji cura M1151A, 30 Hammar M1151 û 17 otombîlên din ên serbazî lixwe digire.
Ji hêla din ve, Pentagon daxwaza terxankirina 200 milyon Dolar ji bo biçekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo sala 2021ê budçeyeke ji 4.8 trilyon dolaraan pêk tê, pêşniyarî Kongressê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin