PeyamaKurd- Li Almanyayê li bajarê Kolnê 3 kes êrîş birin ser mizgefteka ku bi karê diyaneta Tirkiyê re girêdaye ya bi navê Yekîtiya îslamî ya Tirk. Mizgeft li taxa Chorweilerê ye û kesên ku êrîş kirine ser mizgeftê nasnameya wan diyar nîne.
Êrîşkar derengê şevê diçin mizgeftê, qutiyên alîkariyê, oda rêvebiriyê û buroyên din dişkênin û zerarê didin mizgeftê. Şahidên bûyerê ragihandine ku 3 kes ketine nava mizgeftê.
Rêvebirên mizgeftê ragihandine ku bûyerê gihandine polîsan û polîs dest bi lêpirsîna mijarê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin