PeyamaKurd- Sekreterê yekem yê YNK Kosret Resûl ragihand ku wan xwestiye civîna parlementoya Kurdistanê bipaş bixin lê civîn di 18 mehê de hat kirin û ev tê vateya “tolhildana hilbijartina serokomariya Iraqê ji YNK ê.”
Resûl di civîna rêxistinên partiya xwe ya rêvebirên bajar û navçeyan de, li Silêmaniyê axifî û got; hinek kes heya salek berê digotin wê YNK perçe bibe, bibe du cî lê ti carî YNK perçe nabe û kes nikare perçe bike. Weka Mam Celal digot: “Çiyayê Hemrînê perçe dibe lê YNK perçe nabe.”
Kosret Resûl got ku raste bo damezrandina hukumetê muzakereyên ku bi PDK ê re hatin kirin zêde dewam kir û weha got:
“Em naxwazin di vê mijarê de bi PDK ê re tewrên me cuda be. Eger bibe em ê zarê bikin. Ji ber her du partî partiyên sereke ne. Lê mixabin ew bi tolhildan û kînê vî karî kirin. Ji ber serokkomarê Iraqê ji YNK ê bû, ew jî civîna parlementoyê bê YNK ê kirin.”
Lê PDK ev çend mehin li bendeye ku YNK xwe bide hev û bi PDK ê re bicive da hukumeta nû deynin. Heya niha YNK di nava xwe de xwedî arîşe bûn lewra hukumet ava nedibû. Niha wisa xuya dike ku YNK bo xwe xurt bike û xwe bide hev, mijara civîna parlementoyê dixe rojeva civînên xwe.Hem mijara kongreya YNK ê pirsgirêkeka bi serê xwe ya serkeye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin