Pasdarên Şoreşê: Operasyona tolhildanê ji bo Elî Larîcanî dest pê kir

Pasdarên Şoreşê: Operasyona tolhildanê ji bo Elî Larîcanî dest pê kir

PeyamaKurd - Piştî kuştina Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî, Artêşa Pasdarên Şoreşê daxuyaniyek weşand û soza tolhildanê da.

Di daxuyaniyek fermî de ku roja Çarşemê 18ê Adara 2026an de hat weşandin, Pasdarên Şoreşê tekez kirin ku doz û rêya Dr. Elî Larîcanî wê bi biryardarî were şopandin.

Di daxuyaniyê de Larîcanî wekî "kesayetiyekî navdar, ramanwerekî hêja û siyasetmedarekî bi bandor, ku di dibistana şoreşê de û di bin rêberiya Velayet-e Feqîh de perwerde bûye" hat binavkirin.

Artêşa Pasdarên Şoreşê diyar kir ku xwîna Larîcanî wê li erdê nemîne û tekez kir ku tolhildana kuştinê bê guman wê were girtin.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baxer Qalibaf jî piştî kuştina Elî Larîcanî û hevalên wî peyamek sersaxiyê ya fermî weşand û tekez kir ku rêya wan wê bi biryardarî were şopandin.

Kelîbaf got, "Ez ji ber şehadeta Elî Larîcanî, siyasetmedarekî navdar ê Komara Îslamî, kurê wî Dr. Morteza Larîcanî, Cîgirê Serokê Ewlekariya Navxweyî li Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Dr. Elî Reza Beyat û parêzvanên wan ên pê re pir xemgîn im."

Serokê Parlamentoya Îranê peyama xwe bi tekez li ser tolhildanê bi dawî kir û got, "Em sond dixwin ku em ê tola Larîcanî û hemû hevalên wî hilînin."