PeyamaKurd - Berdevkê Baregeha Xetam el-Enbiya Îbrahîm Zulfîkarî, dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê bi tundî şermezar kir û îma kir ku benderên din ên li herêmê jî dikarin bibin hedef.
Zulfîkarî 48 saetan piştî destpêkirina dorpêçê peyamek weşand û diyar kir ku dorpêça trafîka deryayî ya Amerîkayê li Kendava Faris û avên navneteweyî neqanûnî ye û wê wekî "kosantiya deryayî" bi nav kir.
Zulfîkarî gef li artêşa Amerîkayê xwar û got, "Ger benderên Îranê bikevin bin gefê, tu benderek li herêmê ewle nabe." Wî biryardariya zelal û bi hêz a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi gotinên "Ewlekariya benderên li Kendava Faris û Kendava Omanê yan ji bo her kesî ye yan jî ji bo tu welatekî nîne" anî ziman.
Berdevk Zulfîkarî diyar kir ku artêşa Îranê parastina mafên qanûnî yên welêt wekî erkek rewa dibîne û tekez kir ku parastina serweriya li ser avên herêmî mafê xwezayî yê gelê Îranê ye.
Zulfîkarî behsa derbasbûnên di Tengava Hurmuzê de kir û got, "Keştiyên dijmin mafê wan tune ku ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, û ew ê nekin. Derbasbûna keştîyên din tenê wê demê tê destûr kirin ku ew li gorî biryarên hêzên me yên çekdar tevbigerin."
Zulfîkarî herwiha diyar kir ku Îran wê mekanîzmayek daîmî ji bo kontrolkirina Tengava Hurmuzê bi cîh bîne, heta piştî şer jî û di bersiva dorpêçê de hişyarî da ku krîzeke ewlehiyê ya ku tevahiya herêmê digire nav xwe.