PeyamaKurd- Rojavayê Japonyayê bi lehiyê re nikare derê serî. Ji serê hefteyê de barana zêde bûye sedema ku li herêmê lehî rabe û bibe sedema mirina 64 kesan.
Bi sedema lehiyê, gelek xanî di binê avê de man û barana zêde bû sedema ku erd biheze. Xaniyên bajarên Hîroşîmayê û Okayamayê di bin avê de man. Dibe ku di herêmê de ji niha û bi şûnde jî erdhez bibe sedema felaketên nû. Heya niha 64 mirî hene lê 44 kes jî wenda ne. Bi îhtîmaleka mezin wê ew jî miribin.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bang li 1.5 mîlyon xelkê kirin ku malên xwe terk bikin. Li Japonyayê ji her derî bêhtir gundane ji baranê bandoreka mezin digrin. Îhtîmal heye ku çend rojên din jî baran dewam bike û felaketên nû çêbibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin