Teqîna Beyrûdê metirsiyek mezin ji Iraqê re çêkir

Teqîna Beyrûdê metirsiyek mezin ji Iraqê re çêkir

PeyamaKurd – Teqîna Beyrûdê ya ji ber ‘ammonium nitrate" derket, metirsiyek mezin di nav dewletên derdorê çêkir. Dewleta Iraqê piştî vê bûyerê tedîrên nû stend û roja Pêncşemê ragihand, ew dê li bendav û balafirgehan envantera hemî materyalên xeternak çêbikin.

Li gor komîteyek warte ya Serokatiya Dezgeha Parastina Sînoran ya Iraqê diyar kir, ji bo wî karî ew hatine peywirdarkirin û divê di 72 saetan de ew wî karî biqedînin. Herwiha hat destîşankirin, armanc ew e ku bûyera li Lubnanê rû daye, li Iraqê neyê dubare kirin.

Teqîna mezin a bû sedema karesatek bêhempa li Beyrûdê, ji ber 2,750 tonên gubreyê ‘ammonium nitrate’ ku bi salan e ew materiyal li bendavê hatîye embar kirin rû dabû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin