PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji ber zêdebûna êrîşên terorîstî û xetereya rêxistina DAIŞê ya li başûr û rojavayê Kerkûkê, artêşa Iraqê li herêmê sewqiyateke berfereh a leşkerî da destpêkirin.
Di çarçoveya vê plana nû ya ewlehiyê de, Lîwaya 11emîn a Artêşa Iraqê ji Bexdayê bo Kerkûkê hat veguhestin, û Lîwaya 3yemîn a Polîsên Federal ku li bajêr erkdar bû jî bo Bexdayê hat vekişandin.
Ev tevgera leşkerî piştî ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di 30yê Îlonê de ji herêmê vekişiyan û şaneyên razayî yên DAIŞê li gundewarên Kerkûk û Hawîceyê dîsa dest bi çalakiyan kirin hat kirin.
Di hefteya dawî de di encama êrîşên bi bombeyên vedayî de fermandarekî astbilind û du leşker hatibûn kuştin, 6 leşker jî birîndar bibûn.
Herî dawî di 14ê Cotmeha 2026an de di dema operasyona lêgerînê ya li Geliyê Zeytûnê de teqînek çêbûbû û di encamê de tûg generalek û leşkerekî jiyana xwe ji dest dabûn.