Akar: Navenda Hevbes hefteya bê dest bi kar dike

Akar: Navenda Hevbes hefteya bê dest bi kar dike

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar, li serdana xwe ya Rihayê ragihand ku dê Navenda Kordînasyona Hevbeş a ligel Amerîkayê bo sînorê Rojavayê Kurdistanê hefteya dahatû bi kapasîteya tam dest bi kar bike.

Akar wiha axivî: “Dê Navenda Kordînasyonê ya Hevbeş û Hevgirtî hefteya pêşiya me bi kapasîteya tam dest bi kar bike” û diyar kir ku ajendaya di navbera wan û amerîkiyan de hatiye danîn heta niha bi rêk û pêk tê bicihanîn.

Hulusî Akar da zanîn ku ew li bendê ne ajenda wisa berdewam bike û got, "Em ji nêzîk ve dişopînin. Ji bo me ti raveya ku hevpeymanên me bi YPGê re hevkariyê dikin nîne. Em li bendê ne kêlî berê kêliyê ev bidawî were.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin