PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê London e ziyanên êrîşa şeva borî ya Îsraîlê bi ser binkeyên Îranê yên Şamê de eşkere kir.
SOHRê da xuyakirin ku şeva borî di bombebarana Îsraîlê ya li ser balafirgeha Şamê ya navdewletî de windahiyên canî çêbûne û diyar kir, herî kêm 4 efserên Îranê û 3 leşkerên rejîmê ku 2 ji wan efser in, hatine kuştin.
Navendê ragihand, piştî daketina balafireke bar ku nehat zanîn ji Îranê dihat an ji herêmeke din a hundirê Sûriyê, bombebaran pêk hat.
Balafirên şer ên Îsraîlê 6ê Sibatê du xalên hêzên rejîmê û komên alîgirên Îranê li Lîwaya 91 ya girêdayî Firqeya Yekemîn li derdora Kiswe û Lîwaya 75 li derdorê El-Miqêbliyê ya rojavayê Şamê kirin armanc û herwiha xalên li herêma Cisir Bexdad li ser rêya Şam-Humisê û balafirgeha Zîraî ya başûrê herêma Izree li parêzgeha Derayê jî bombebaran kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin