PeyamaKurd – Ketîbeyên Hizbullah a Iraqê di mîtingeke li Besrayê ya li dijî rêkeftinên welatên Erebî ligel Îsraîlê de, gefa êrîşan li hêzên Amerîkayê xwar û banga cezakirina Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.
Berdevkê Hizbûllaha Iraqê Faris el-Nurî di xwepêşandanê de got, "Em banga cezakirina Trumpê kujer dikin ku bi rejîma siyonîst a Îsraîlê re zorê dide rêveberên welatên kendavê ku têkiliyan asayî bikin.”
Li gorî medya Îranê Berdevkê Ketîbeyên Hizbûllaha Iraqê gotiye, “Niha tenê bijardeyek heye ew jî li dijî berjewendiyên Amerîkayê berxwedan e û êrîşkirina wan e.”
Koşka Spî herî dawî ragihandiye ku piştî Îmarat û Behreynê 5 welatên din ên ereb dixwazin pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re asayî bikin û peymanên aştiyê ragihînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin