UNCHR: 68 mîlyon kes ji cîh û warên xwe bûn

UNCHR: 68 mîlyon kes ji cîh û warên xwe bûn

PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî ragihand ku di dinyayê de, kesên ku bi zorê ji cî û warên xwe bûne, di dawiya sala 2017an de, jimara wan gihaye 68.5 mîlyonî. Welatê ku herê zêde koç girtiye yek ji wan jî Tirkiye ye.

Encama jimara koçberên ku bi zorê, ji ber şer û şidetê mecbûr mane, dev ji karên xwe berdin û herin ciyên dinan bicîh bibin, ji aliyê Komîseriya Bilind ya Koçberan ya Netweyên Hevgirtî (UNHCR) de hat belav kirin. Ev rêje li gor sala berê 2 mîlyon û 900 hezar zêde bûye. Ji cenga duyem heya niha, ev reqem di asta herî bilind de ye.

Her sal 20 ê hezîranê, Roja Koçberan ya Dinyayê ye û jimara koçberên ku bi zorê dev ji ciyên xwe berdane, di vê rojê de, tê aşkerakirin.

Komîsêrê bilind yê koçberan Flippo Grandi ragihand ku kesên direvin ev 5 sale her diçe jimara wan zêde dibe. Kesên ku koç dikin, piraniya wan li welatê xwe dimînin. Li gor rêjeya UNHCR ê kesên ji ber şer dev ji herêma xwe berdane û çûne devereka din ya welatê xwe bicîh bûne, jimara wan gihaye 40 mîlyonî. Li dora 25 mîlyonî jî ji sînorê xwe der bûne û gihane welatên din. Kesên ku bo koçberiyê seredanê kirine, jimara wan li dora 3 mîlyoniye.

Welatên ku xelk jê koçdikin herî zêde Sûriye, Afganistan, Sûdan a Başûr, Myanmar û Somalî ne. Welatên ku herî zêde koç digre Tirkiye, Pakistan, Ûganda, Lubnan û Îran e.

Di nava dewletên Awrûpa de, dewleta ku herî zêde koç digre Almanya ye. Li gor reqema dawiya sala 2017an, li Almanya jimara koçberan gihaye 1 mîlyonekî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin