Wezîra Amerîkî: Goştê dewarên me vedigere bazara Çînê

Wezîra Amerîkî: Goştê dewarên me vedigere bazara Çînê

PeyamaKurd - Wezîra Çandiniyê ya Amerîkayê Brooke Rollins, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Çînê sozên xwe yên di babetên çandiniyê de bi cih anîne û hinardeya goştê dewaran ji 17 eyaletên Amerîkayê ji nû ve daye destpêkirin.

Rollins diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump wekî danûstankarê sereke careke din serkeftineke mezin bi dest xistiye û goştê Amerîkayê yê herî biqalite dê di demeke nêz de li ser refên Çînê cih bigire.

Hat destnîşankirin ku ev biryar ji bo her heywanekî firotî nêzîkî 165 dolar nirxekî zêde û sûda aborî dide cotkar û xwedîkerên heywanan ên Amerîkî.