PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Liverpol a Brîtanî di yariya fînalê ya ligel tîma Flamengo de, bi encama 1-0 bi ser ket û bû şampiyonê FIFA 2019 ya hevrikiya Tîmên Kûpaya Cîhanê de.
Di yariya ku şeva borî li paytexta Qeter Dohayê hat lîstin de, tîmên Liverpol û Flamengo di 90 xulekên lîstikê de nekarîn golan bavêjin û yarî bi encama 0-0 yeksanî bidawî bû.
Di dirêjiya yariyê de, Liverpolê karî golekê bavêje hevrika xwe û bi encama 1-0 yariya fînalê bidawî bû ku Liverpolê mafê şampiyoniyê bi dest xist.
Bi vê serkeftina Liverpolê re, tîmeke futbolê ya îngilîz cara duyem şampiyoniya FIFAyê bi dest dixe ku herî dawî jî li ser navê Brîtanyayê tîma Manchester Unitedê kûpaya şampiyoniyê di sala 2008an de biribû mala xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin