PeyamaKurd - Romannivîsê navdar ê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê Eta Nehayî, li Kirmanşanê ji ber nexweşiya dil neştergerî lê hat kirin.
Hat zanîn ku piştî li Nexweşxaneya Îmam Elî ya Kirmanşanê bi çavdêriya bijîşkên pispor ên Rojhilatê Kurdistanê, neştergeriya dil ji bo Eta Naheyî hat kirin, niha beşa çavdêriya hûrbînî de ye û hîn destûra serdanan bo wî nehatiye dayîn.
Li gorî nûçeya K24ê neştergerîya dil a Eta Naheyê roja Yekşemê 16ê Tebaxê ji aliyê Prof. Dr. Fereydûn Sebzî ve hat kirin ku ew bi xwe ji xelkê Kirmanşan e û di asta navdewletî de bijîşkekî bi nav û deng e.
Nexweşxaneya Îmam Elî ya Kirmanşanê ragihandiye ku neştergerî bi awayekî serkeftî derbas bûye, lê hêj destûra serdanan bo Eta Nehayî nehatiye dayîn.
Kurê Eta Nehayî, Kawan Nehayî gotiye, rewşa tenduristiya bavê wî baş e û neştergerî serkeftî bûye, tenê ji bo dilniyabûna tenduristiya wî, di çavdêriya hûrbînî de ye.
Eta Nehayî di sala 1960î de li bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û ji peymangeha mamosteyan a li bajarê Weramînê yê Îranê der çûye.
Naheyî 3 sal piştî mamostetiyê, ji ber çalakiyên siyasî, ji karê xwe hatiye dûrxistin.
Çend berhemên Eta Nehayî: Zirîke (çîrok), Tengane (çîrok), Gulî Şoran (roman), Ew Balinde Birîndareke min im (çîrok), Balindekanî Dem Ba (roman), Gewrey Bextî Helale (roman)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin