PeyamaKurd – Raporeke pisporan bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hat pêşkeşkirin ku tê de; Tirkiye, Îmarat û Urdin bi gurkirina şerê li Lîbyayê û binpêkirina ambargoya çekan tê tawanbar kirin.
Di raporê de tê gotin; Tirkiye, Îmarat û Urdin li Lîbyayê ambargoya çekan binpê kirine û şerê navxwe gur kirine û guman heye rola Îmaratê di êrîşa esmanî ya 2yê Tîrmehê ya li Trablusê de hebe ku bûbû sedema mirina nêzî 50 kesan.
Li gorî rapora nehênî ya 80ê rûpelî ku ji aliyê pisporên Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin û ji bo endamên KENY hatiye pêşkêşkirin, hersê welatan bi "awayekî rêkûpêk" û "hinek caran bêyî pêwîst bibînin veşêrin" çek şandine ji aliyên şerê navxwe yê Lîbyayê re.
Herwiha tê gotin ku ligel ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî, ji aliyên şerê navxwe yê Lîbyayê re çek, cebilxane, tîmên leşkerî û hevkariya teknîkî hatiye kirin û bi vê rêyê jî ambargo hatiye şikandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin