PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandi ku li bajarê Sertê di şerê PKKê de, 2 polîsên tîmên taybet ên operasyonan hatine kuştin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da xuyakirin, şeva borî li navçeya Berwarî ya Sêrtê şerekî dijwar di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye û 2 polîsên tîmên taybet hatine kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.
Herwiha hatiye ragihandin ku li herêmê operasyona hêzên Tirkiyê berdewam dike û gelek tîmên taybet ên leşkerî û polîsan di operasyonê de beşdar in.
Îro 16ê Tîrmehê li bajarê Wanê jî balafireke keşfê ya Tirkiyê ketibû û 5 ji wan polîsên 7 kesên di balafirê de can dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin