PeyamaKurd – Derbarê rewşa mafên mirova ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Mafnas Sidqî Zîlan axivî û got; Tirkiye dikare Başûrê Kurdistanê weke mînak werbigre, ku li Herêma Kurdistanê zimanê hemû pêkhateyan azad in û hemû pêkhate dikarin bi zimanê xwe zarokên xwe perwerde bikin.
Ji Diyarbekirê, Sidqî Zîlan ji K24ê re li ser guvaş û zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û derbarê reşwa mafên mirovan a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê axivî.
Li ser pirsa "Gelo danîna qeyûman li şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê, ne destdanîna ser îradeya gel e?", Sidqî Zîlan da zanîn: “Partiyên din jî, li seranserê Tirkiyê piranî, vê yekê naparêzin. Ev teserufa Hikûmeta niha, bi koalîsyonê dimeşe, ne bi resmiyetê, AKP û MHP û hinek beşdarên wan ên din jî hene, kes navên wan jî nizanin, hêzên tarî hene, hêzên marjînal hene. Ev ji aliyê hiqûqî jî, ji aliyê siyasî û civakî, ji her alî ve tengasî ye. Dinya jî vê yekê naparêze.”
Sidqî Zîlan eşkere kir: “Dewleta Tirkiyê xeletî dike, ev xeletî niha dest pê nekiriye, berî HDPê jî wisa ye, berî sed salan jî wisa ye, di çêkirina Komara Tirkiyê de çewtiyek heye, ew çewtî înkara Kurdan e, înkara Kurdistanê ye, înkara zimanê Kurdî ye, zext car caran zêde dibin, car caran kêm dibin, lê di mantalîteyê de guhertin çênebûye.”
Sidqî Zîlan bal kişande ser wê yekê ku Tirkiye dikare Başûrê Kurdistanê weke mînak werbigre, ku li Herêma Kurdistanê zimanê hemû pêkhateyan azad in û hemû pêkhate dikarin bi zimanê xwe zarokên xwe perwerde bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin