MSB: Mûşeka balîstîk a ji Îranê hatibû avêtin, ji aliyê NATOyê ve hat xistin

MSB: Mûşeka balîstîk a ji Îranê hatibû avêtin, ji aliyê NATOyê ve hat xistin

PeyamaKurd - Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û ketiye qada hewayî ya Tirkiyeyê, bi desttêwerdana yekîneyên parastina hewayî ya NATOyê hatiye bêbandorkirin.

NATOyê li Rojhilatê Deryaya Spî midaxele kir

Di daxuyaniya fermî ya MSByê de hat diyarkirin ku piştî tespîtkirina mûşeka ku ber bi Tirkiyeyê ve dihat, hemû tedbîrên parastinê bi lez û bez hatine girtin. Hat ragihandin ku mûşek ji aliyê sîstemên parastina hewayî û mûşekî yên NATOyê ve, yên ku li (Încîrlîka Edeneyê) Rojhilatê Deryaya Spî hatine bicihkirin, hatiye xistin.

Daxuyaniya fermî ya wezaretê

MSByê derbarê bûyerê de ev agahî belav kirin:

Mûşeka balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada hewayî ya Tirkiyeyê, ji aliyê hêmanên parastina hewayî û mûşekî yên NATOyê yên ku li Rojhilatê Deryaya Spî hatine bicihkirin ve hatiye bêbandorkirin.”