Muhsin Rizayî: Em ê bi Ummanê re peymanekê îmze bikin

Muhsin Rizayî: Em ê bi Ummanê re peymanekê îmze bikin

PeyamaKurd - Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rizayî da xuyakirin ku di rojên pêş de bi Ummanê re peymaneke nû tê îmzekirin ku li gorî wê, têketin û derketina Tengava Hurmûzê dê di bin kontrola Îranê de be.

Rizayî di bernameyeke televîzyonê de axivî û anî ziman ku ew ê li nêzîkî Tengava Hurmûzê herêmeke sînorkirî ragihînin û her keştiyeke ku bêyî destûr bikeve vê herêmê dê were reşkirin.

Rizayî destnîşan kir ku ew ê tedbîrên xwe yên li Tengava Hurmûzê xurtir bikin û got: "Peymana vekirina Tengava Hurmûzê tenê di serî de bi wê yekê ve girêdayî ye ku Amerîka êriş û sabotajên xwe rawestîne.

" Rizayî her wiha eşkere kir ku wan 48 demjimêr berê cara ewil mûşeke li dijî keştiyan li ser keştiyeke şer a Amerîkayê ceribandine.