PeyamaKurd – Şêwirmendê hûqûqî yê serokwezîrê Iraqê Munir Haddad ragihand ku malê giştî yê xelkê yê heya niha hatiye dizîn ji 2 trîlyon dolarî derbas bûye.
Munir Haddad ragihandina xwe di televizyona Al-Iraqiya de kir û got ku asta gendeliyê aqilê mirov nagire û sînorê mantiqê derbas kiriye. Haddad got ku wê darizandina gumanbarên gendeliyê bi zelalî bimeşînin û celseyên dadgehê çawa di wexta darizandina Saddam Huseyîn û Baasiyan de hat kirin, dê wisa bimeşînin û ji bo raya giştî wê bi zindî ragihînin.
Haddad got ku ji bo gumanbar nerevin derveyê welat û ber li wan bigrin, operasyon dewam dikin û balê kişand ser hevkariya di navbera hukumeta Iraqê û hukumeta Herêma Kurdistanê. Haddad got:
“Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de destekekî baş da me. 8 gumanbarên ku xwestin xwe bispêrin Herêma Kurdistanê ku di nav wan de di asta bilind de kes hene, hatin girtin û teslîmê Bexdayê kirin.
Kesên dê derên pêşberê dadger, di nav wan de parlementer, musteşar, di asta bilind de kesên kevin û yên nûh hene. Di mijara operasyonan de ji hêzên navdewletî heya niha ti zorê nedane ser me. Bi eksa wê civaka navdewletî têkoşîna me ya bi gendeliyê re bi temamî destek dikin.”