PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ku di hilbijartinên Iraqê de hevpeymaniya wî bûye yekemîn, ji parlamenterên fraksiyona xwe ya li Parlamentoya Iraqê xwest ku daxwaznameyên îstifayê ji bo parlamentoyê binivîsin.
Muqteda Sedir di civîneke rojnamevanî got, heger bi pêkanîna hikûmeta piranî ya niştimanî çênebe, ti car li welat çaksazî nayê kirin û wiha pê de çû:: “Eger mayîna kutleya Sedir li parlamentoyê li ser pêkanîna hikûmetê asteng be, hemû parlamenterên kutleya me amade ne ku dest ji kar bikşînin.”
Rêberê Tevgera Sedir diyar kir: “Bi ti awayî hevbeşiyê ligel wan nakim, da ku careke din Iraq venegere û nebe pariyek ji bo gendelî û paşkoyetiyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin