PeyamaKurd - Berdevkê Tevgera Nûceba ya Iraqê Husên Elî Mûsewî, ragihand ku pêvajoya komkirina çekan di destê dewletê de tenê çekên eniya berxwedanê dike armanc û ev yek jî bi ferman û daxwaza Amerîka û Îsraîlê tê kirin, ji ber wê jî tevgera wan bi tu awayî çekên xwe radest nake.
Mûsewî bal kişand ser mijarê û destnîşan kir ku nûçeyên derbarê destdanîna ser balafirên bê mirov (drone) ku ji aliyê aliyên fermî ve hatine belavkirin, tenê şanoyeke çêkirî ye û tu rastiyeke wê nîne.
Mûsewî derbarê lihevkirinên aborî yên di navbera Bexda û Washingtonê de jî got: “Ev lihevkirina Iraqê ji qonaxa dagirkeriya leşkerî veduguhêzin qonaxa dagirkeriya aborî.”
Hêjayî gotinê ye ku 30’ê Îlonê wekî dema herî dawî ya îsal ji bo radestkirina çekên komên çekdar hatiye diyarkirin, lê belê heta niha hinek ji wan koman ne amade ne çekên xwe radest bikin.