Muxalifên Sûriyeyê sertên xwe bi Rûsyayê re parve kirin

Muxalifên Sûriyeyê sertên xwe bi Rûsyayê re parve kirin

PeyamaKurd - Muxalifên eskerî yên ku li bajarê Derayê ji bo agirbestê bi Rûsyayê re hevdîtinê dikin şert û mercên peymanê bi wan re parve kirin.

 Di belgeyê de tê xwestin ku herdu alî jî bê şert û merc şerê li başûrê welêt biqedînin.

 Muxalif di belgeyê de dixwazin ku artêşa rejimê û hêzên ewlehiyê li başûrê welêt nekevin herêmên muxalifan û ji bo vê yekê garantiyê dixwazin û dibêjin ku xizmeta ewlehiyê wê ji hêla hêzên herêmî ve bê dayîn.

- Bila girtî bên berdan

Muxalif dixwazin ku kesên ji hêla rejimê ve hatine girtin jî bên berdan û soz dan ku dema sivîlên ji cih û warê xwe bûne dest bi vegerê bikin ew ê jî hêdî hêdî çekên giran ên di destê xwe de teslîm bikin.

Tê xwestin ku hêzên rejimê yên meha borî ji bo başûrê welêt dest bi operasyonê kiribûn û pêş jî ketibûn paşve bikişin û heke peyman pêk bê ji bo saziyên dewletê bi awayekî fermî dest bi xebatê bikin jî wê destûr bê dayîn.

Di belgeyê de wek pêşniyaz hat gotin ku deriyê sînor ê Nusaybê yê li ser sînorê Urdinê di bin kontrola Rûsyayê de ji hêla sivîlan ve bê şixulandin.

Muxalifên eskerî ragihandin wan ji bo hevdîtinên bi Rûsyayê re heyeteke nû damezrandin. Muxalifan ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wî ku li Derayê dibin ser deverên sivîl lê ne û bi armanca agirbesta mayînde bi cih bibe biryar dan ku bi Rûsyayê re hevdîtinê bikin.

- Agirbesta mayînde wê ji bo Dera û Quneytrayê be

Peymana ku li serê nîqaş tê kirin û di bin garantoriya Rûsyayê de ye wê ji bo Dera û Quneytrayê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin