PeyamaKurd – Ji 3 cotkarên ku îro li navçeya Xurmatû ya bi ser parêzgeha Selahadîn ve ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin, yek hat rizgarkirin.
Komek çekdarên DAIŞê ketibûn nav gundê Hilêwe yê navçeya Xurmatû û 3 cotkar revandibûn.
Li gorî çavkaniyên herêmê hêzên iraqî li wî gundî operasyonek dane destpêkirin û yek ji cotkarên revandî hatiye rizgarkirin.
Herwiha hatiye ragihandin ku li devera Mensûr a li rojavayê Bexdayê jî, efserekî dezgeha îstixbarata Iraqê ji aliyê çekdaran ve hat kuştin û li naverasta Kerbelayê jî, kesek bi guley hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin