80 xwendekarên Boko Heramê revandibûn hatin rizgarkirin

80 xwendekarên Boko Heramê revandibûn hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 80 xwendekarên medreseyê yên li welatê Afrîka Nîjeryayê ji aliyê rêxistina tundrew Boko Heramê ve hatibûn revandin, îro hatin azadkirin

Berdevkê polîsê wîlayeta Katsina ya Nîjeryayê Gambo Îsah, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku îro 20ê Kanûnê bi operasyoneke hêzên ewlehiyê 80 xwendekarên hatibûn revandin hatine azadkirin.

Çekdarên Boko Heramê 11ê Kanûnê êrîşî şevnişîneke xwendekaran li herêma Kankarayê ya eyaleta Katsinayê kiribûn û zêdetirî 500 xwendekar revandibûn ku ji wan beriya niha 344 xwendekar hatibûn rizgarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin