PeyamaKurd - Li eyaleta New Yorkê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), 71 xwendekarên keç ên ku li dibistana Cihûyan a bi navê "Toras Emachu" ya li herêma Monseyê dixwînin, di dema gereke dibistanê de winda bûn.
Hat ragihandin ku bûyer di dema serdana Parka Memorial a li navçeya Nyackê ya li ber ava Çemê Hudsonê de qewimiye.
Xwendekaran li pey şopa rûbarekê çûne û ketine nav tûneleke mezin a avrêjê (drenaj) ku ji bo berhevkirina ava baranê tê bikaranîn, paşê di nav sîstema tunelên binerdê de rêya xwe winda kirine.
Koma qelebalîxg a xwendekarên keç, bi saya polîsekî ku li Parka Memorialê di dewriyeyê de bû hat dîtin; polîs ferq kir ku keçên ciwan ji qepaxeke kanalîzasyonê ya li navçeya Nyackê dertên.
Li gorî zanyariyên ku di medya Amerîkayê de cih girtine, keçên ciwan piştî tunela drenajê nêzî 800 metreyî di tunelên binerdê de bi pêş de çûne, tevî ku rêya xwe winda kirine jî bi daxwaz û hewldanên xwe rêyeke derketinê dîtine.
Polîs ragihand ku piraniya keçan li herêma ku Kolana Main û Kolana Franklinê digihîjin hev hatine tespîtkirin û hemû endamên komê bi silametî hatine rizgarkirin.