PeyamaKurd – Li nav duyem qada herî mezin a li cîhanê ya petrolê ya Kuwêtê şewat derket.
Hat ragihandin ku îro beyaniyê li qada petrolê ya Burgan şewatek derketiye ku ew dever qada duyem a herî mezin a neftê ye li cîhanê.
Kompaniya nefta Kuwêtê ragihand ku piştî şewatê tîmên agirkuj destwerdan li bûyerê kirin û agir kontrol kirin, lê ji ber wê bûyerê du karkerên bîra neftê jî birîndar bûn.
Herwiha kompaniya nefta Kuwêtê daye xuyakirin ku agir ti bandoreke mezin li ser ast û hilberîna neftê ya li wê herêmê nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin