PeyamaKurd - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ji bo tayînkirina qeyûman li şaredariyên HDPyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCKê got ku desteserkirina şaredariyan berdewama derbeya diyasî ye û bang kir ku li her deverê her kes rabe ser piyan.
Beşek ji daxuyaniya KCKê wiha ye:
“ev êrîşa li dijî îradeya siyasî ya gel, careke din nîşan daye ku sîstema siyasî ya li Tirkiyeyê sîstemeke şerê taybet a qirker faşîst e. Hilbijartinên ku dem bi dem li Tirkiyeyê tên kirin ji bo nixumandina rastiya sîstema faşîst qirker e. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya kurdan maskeya li rûyê şerê taybet qirker mêtinger aşkera dike.
Ev êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê li dijî îradeya siyasî ya gelê kurd a li bakurê Kurdistanê ye. Ev êrîş beşek ji êrîşa qirkirinê ya li dijî gelê kurd ên li Başûr, Bakur, Rojhilat û tevahiya dinyayê ye. Êrîşa desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye ku li hemû parçeyên Kurdistanê dixwaze qirkirinê bike. Ger kurd li her devera lê ne li dijî van êrîşan ranewestin wê piştre li hemû parçeyên Kurdistanê êrîş li dijî hêzên siyasî û destketiyên kurdan bê kirin. Divê ev rastî bê zanîn û di serî de partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê divê hemû partiyên siyasî li dijî van êrîşan helwesteke hevpar nîşan bidin.
Li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn êrîşeke giran tê kirin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe yê li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku li dijî van êrîşan rabin ser pêyan û têkoşînê li her deverê bi rengekî bênavber geş bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin